Hempîşeyên wan ji bo Tîmtîk û Unsal di ‘Nobeta Edaletê’ de bang kirin 2020-08-12 13:29:29   MERSÎN – Parêzerên li Mersînê “Nobeta Edaletê” digirin, xwestin ku daxwazên hempîşeyên wan Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de ne bên bersivandin.    Parêzerên endamên Baroya Mersînê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ji tebaxê ve li ber Edliya Mersînê ji bo balkişandina ser rewşa hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de ne ‘Nobeta Edaletê’ digirin.    Parêzer îro dîsa ji bo nobetê li ber edliyeyê hatin gel hev û pakarta “Bila edalet pêk bê û Ebrû û Aytaç bijîn” ku wêneyên Tîmtîk û Unsal jî li serê hebû vekirin. Nûnerên gelek rêxistinên sivîl ên li bajar jî piştgirî dan nobeta parêzeran û xwestin daxwazên Tîmtîk û Unsal bên bersivandin.    Nobeta edaletê bi çalakiya rûniştinê ya dem kurt bi dawî bû.