Bi îfadeya Şahidê Winda 7 sal ceza birîn 2020-08-12 12:33:21   BEDLÎS – Heyeta Dadgeha Bedlisê, li ser îfadeya Şahidê Nepen ku winda ye li Abbas Gurbuz 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.    Li Navçeya Hîzan a Bedlisê heyeta dadgeha Bedlisê li ser îfadeya şahidê nepen ku winda ye li welatî Abbas Gurbuz, bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Abbas Gurbuz, di 12'ê Cotmeha 2017’an de hatibû girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê girtî dihat darizandin. Der barê Gurbuz de bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê salek şûnde doz hat vekirin. Şahidê bi navê M.N.K. di nava weneyê 550 kesên cuda de wêneyê Gurbuz nîşan da û îdea kir ku alîkariya lojîstîk daye PKK’ê. Lê şahid tu carî derneket pêşberî dadgehê. Şahid piştre aşkere kir ku agahî ne aydî wî ne. 4 kesên din ên li ser Gurbuz îfade dabûn îfadeya xwe vekişandin. Lê şahidê nepen ku li ser Gurbuz îfade da hêj winda ye û nehatiye dîtin. Heyeta dadgehê li ser îfadeya Şahidê Nepen ê Winda biryar da û li Gurbuz 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.