Çend zarokên karker li Tirkiye kar dikin? 2020-08-12 11:44:52   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, têkildarî zarokên kar dikin pirsname da meclîsê û xwest Wezîra Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçuk bibersivîne. Pekoz, diyar kir ku li gorî daneyên ÎLO li cîhanê 152 milyon zarok kar dikin û li gorî daneyên TUÎK'ê jî li Tirkiyeyê 720 hezar zarok kar dikin. Pekoz, ji wezîr Selçuk pirsî ku li Tirkiyeyê çend zarok dixebitin û rewşa wan çiye?    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Edeneyê Kemal Pekoz, têkildarî zarokên kar dikin pirsname da meclîsê û xwest Wezîra Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçuk bibersivîne. Pekoz, diyar kir ku li gorî daneyên Rêxistina Xebata Navneteweyî (ÎLO) li cîhanê 152 milyon zarok kar dikin û li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), jî li Tirkiyeyê 720 hezar zarok kar dikin. Pekoz, da zanîn ku Tirkiye ji sala 1932'an heta niha endamê ILO ye û gelek îmze avêtine bin peymanên ILO û wiha got: "Li gorî daneyên TUİK'ê li Tirkiye herî kêm 720 hezar zarokên temenê wan di navbera 5-17 salî de kar dikin. Lê heta niha Tirkiye der barê plana xebata zarokên karker a ÎLO de tu daxuyanî nedaye. Li gorî peymana hêjmar 182'an; tê xwestin ku karkeriya zarokan, koletiya zarokan bê qedexekirin. Disa tevlêbûna şerê çekdarî fuhuş, pornografî û tiryakê bê qedexekirin. "    Li gorî vê yekê divê Wezîr van pirsan bibersivîne:    * Li Tirkiyeyê çend zarok kar dikin? Temenê zarokan, zayenda wan û dewşa wan a perwerdehiyê çiye?  * Belavbûna rêjeya xebata zarokan û sektora ku lê kar dikin çiye?  * Xebatên wezareta we ya ji bo karkerên zarok heye?  Ku hebe çiye?  * Xebatên wezareta we ya li dijî zarokên karker çiye?  * Di 5 salên dawî de di hêjmara zarokên kar dikin de guhertinek çawa çêbû? * Heta niha çima der barê plana çalakiyan a têkildarî karkeriya zarokan a ILO de daxuyanî nehatiye dayîn. Tu planên we yên bi vî rengî hene?