404 navdaran piştgirî da ‘101 Porsipiyan' 2020-08-12 10:41:21   STENBOL – 404 navdarên ku di nava wan de mamoste, bijîşk, nivîskar, hunermend, akademîsyen û rojnameger jî hene piştgirî dan banga îtîfaqa demokrasiyê ya “101 Porsipiyan".      Ronakbir, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, siyasetmedar û hunermend jî di nav de "101 Porspî" di 21'ê Tîrmehê de danezanek parve kirin û bi vê danezanê bal kişandin ser şert û mercên xirab ên welêt û di serî de ciwan bang li hemû civakê kirin ku li dor "tifaqeke demokrasiyê" kom bibin. Piştî vê bangê 404 welatiyên ku di navde mamoste, bijîşk, şaredar, nivîskar, rojnameger û hunermend jî hene piştgirî dan banga 101 porsipiyan.  404 navdarên ku di navde Hikmet Çetin, Zeynep Altiok, Mehmet Tezkan, Fatma Bostan Unsal, Semra Somersan, Mehmet Fatih Maçoglu û Omer Faruk Gergerlioglu jî heye, diyar kirin ku tev li banga 101 porsipiyan dibin û geşedanên heyî dişopinin û dibînin.    404 kesên navdar di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em dibêjin, li welatê ku her roj jin lê tên kuştin û mafê jinê tê binpêkirin, dewleta ku bi tenê dimîne û bê îtîbar dibe û ji demokrasî û hiqûqê dûr dikeve; li welatê ku her roj azadiya mirovan kêm dibe û mafê mirovan tê binpêkirin, medya di kontrola yek destî de birêve diçe; di rewşa ku berberî, kîn û nifrîn pêş dikeve û dengê muxalif û dostên me yên li mafan digerin tê tepisandin û wekî sûcdar tên dîtin. tundiya polîsan zêde dibe, bê edalet mahkûm dibe, ji ber vê yekê em xwe û welatê xwe di bin gefan de dibînin. Ji bo ev rewş bê guhertin, em dixwazin îqtîdar guh bide dengê welatiyan. Em bang li her kesî dikin ku platforma demokrasiyê ya herî mezin bê avakirin. Em vê yekê wekî gavek lezgîn dibînin û dinirxînin.