Bexdayê bersiv da êrîşa Tirkiyeyê û serdana Akar betal kir 2020-08-12 09:58:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Hikumeta Navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Artêşa Iraqê dan. Hikumeta Iraqê Serdana Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar a Bexdayê betal kir.  Tirkiye, duh di saetên berê êvarê de li hemberî Hêzên Sînor ên Iraqê êrîşeke hewayî pêk anîbû û 2 jê fermandar 3 leşkerên Artêşa Iraqê kuştibû. Hikumeta Navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Artêşa Iraqê dan.    HIKUMETA NAVENDÎ   Hikumeta Iraqê, ji ber êrîşê Tirkiyeyê şermezar û Serdana Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar a Bexdayê betal kir. Her wiha Iraqê, bang li Konseya Ewlehiyê ya Netreweyên Yekbûyî (KENY) kir ku mudaxaleyî êrîşên Tirkiyeyê yên serweriya Iraqê bin pê dikin, bike.    HERÊMA KURDISTANÊ   Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Herêma Kurdistanê jî derbarê êrîşê de daxuyanî da û êrîşa Tirkiyeyê şermezar kir. Wezaratê di daxuyaniya xwe de bang li Tirkiye û PKK’ê kir ku şer û pevçûnên xwe derbixin derveyî sînorên Herêma Kurdistanê.