Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-08-11 11:06:28   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Nevroz Ûysal, Mazlum Dinç, Cengiz Yurekli û Faik Ozgur Erol, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18 Hezîranê û herî dawî jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de, karibûn hevdîtinê pê re bikin.