Şewatên li Lîcê û Depê hatin vemirandin 2020-08-11 10:24:33   AMED/XARPÊT - Li navçeya Lîcê ya Amedê û navçeya Dep a Xarpêtê, şewatên rû dabûn, ji aliyê ekîbên agirkûj û welatiyan ve hatin vemirandin.    Şewata duh li çoltera gundên Zeyaret û Ûçarli yên girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê rû da, hat  vemirandin. Ji ber şewatê qedeke mezin bû xelî. Ekîbên agirkuj piştî agahî dayînê çûn cihê bûyerê û bi piştgiriya welatiyan şewat vemirandin.   Li çoltera gundên Uçbûdak û Yogûn Agaç ên girêdayî navçeya Depê ya Xarpêtê jî, duh ji ber sedemekê nehat zanîn şewatê rû dabû. Ekîbên agirkuj mudaxileyî şewatê kirin û vemirandin.    Hat diyar kirin ku şewata li nêzî qereqola eskerî  ya gundê Uçbudakê dest pê kir jî, qadeke mezin a daristanê kir xelî.