'Sedema binpêkirinên li sînor bêcezatî ye' 2020-08-11 09:12:42 WAN - Parêzvanên mafên mirovan anîn ziman ku sedema binpêkirina mafan ên li xeta sînor, ji ber bêcezatiyê ye û gotin, divê di binpêkirinên muhtemel de der barê peywirdaran de lêpirsînê bê destpêkirin û şerê li herêmê bê bidawîkirin.  Li gundê Çîllî yê navçeya Ebex a Wanê ku nêzî sînorê Îranê ye, eskeran welatiyê bi navê Îbrahîm Baykara yê 46 salî kuştibûn. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Parêzer Erha Çîftçîler û Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet binpêkirinên mafan ên bi vî rengî nirxandin.    BÊDENGÎ   Erhan Çîftçîler, anî ziman ku Tirkiye xwe nade ber kuştin û birîndarkirina welatiyên li hêla Tirkiyeyê bi destê eskerên Îranê tên kuştin û got: "A rast, Tirkiye li ber binpêkirinên mafan ên Îranê xwe li bêdengiyê datîne. Li gorî hiqûqa navneteweyî, diviyabû ku Tiirkiye nota bidana Îranê. Axirê eskerê welatekî din tê welatiyekî Tirkiyeyê dikuje an jî birîndar dike. Lê belê Tirkiye xwe li bêdengiyê datîne û vê rewşê qebûl dike. Nexasim jî gava kurd bin dewlet xwe li bêdengiyê datîne. Zarokê bi navê Azad ku li Ebexê bera wî dan, ne qaçaxçî bû, li wir şivantî dikir. Hadê em bibêjin ev kes li sînor bazirganiyê dikin. Jixwe di qanûnê de sûcê vê yekê hatiye diyarkirin. Ceza, ne mirin e. Yanî berpirsiyarê her du aliyan jî Tirkiye ye. Liv û tevgerên hiqûqî yên di vî warî de didomin. Kifş e ku wê dadgehên navneteweyî Tirkiyeyê mehkûm bikin."    'BÊDENGÎ WÊ BI XWE RE ROBOSKIYÊN NÛ BÎNE'    Çîftçîler, anî ziman ku li mirina li ser sînor veguheriye tiştekî sîstematîk û got: "Mesela êdî li Ebexê em mehê carekê dibin şahidên mirinên bi vî rengî. Heya niha der barê eskerên li ser sînor ne lêpirsînek hatiye destpêkirin ne jî cezayek hatiye birîn. Heger bê kirin jî wekî 'mirina biqisûr' tê tomarkirin. Dozger naçe cihê bûyer û keşfê nake û guh li şahidan nake. Naçe guh li mexdûr jî nake. Li kû, çawa berdan? Bi kîsan çekê? Evan tiştan lêkolîn nake. Tenê dibêjin' qaçaxçî bû.' Tişta li Roboskiyê jî heman tişt bû. Ji ber ku xwe li bêdengiy danîn, îro tiştên werê diqewimin. Wê di dawiya vê bêdengiyê de Roboskiyên nû biqewimin. Bi rêbaza cezakirinê wê ev binpêkirinên mafan çênebin."    Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet jî destnîşan kir ku li ser sînorê Tirkiye-Îranê gelek mirov jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî ji dest û piyên xwe bûne. Melet got: "Nexasim jî di 3 mehên dawî de, hem ji ber zêdebûna şerê li herêmê hem jî ji ber ku pevçûnên li Tirkiyeyê bênavber didomin mirov dimirin û birîndar dibin. Jixwe li sînor bia wayekî aşkere tê dîtin ku ên vî tiştî dikin eskerên Tirkiye û Îranê ne. Ev sînor, hema bibêje bûne sînorên mirinê. Sedema vê jî şer û pevçûn in."    4 KES MIRIN    * Di 22'yê Gulanê de li herêma di navbera gundê Kera û Xecîxatûn ên Ebexê welatiyekî Îranê û 4 kes hatin kuştin.    * Di 14'ê Hezîranê de: Li gundê Qaşqol ê Elbakê eskeran bera ciwanê bi navê Emrah Gorur ê 20 salî dan û ew kuştin û welatiyê bi navê Saîm Yilmaz jî birîndar bû.    * Di 16'ê Tîrmehê de li gundê Çilîya Jor ê Ebexê Azad Baga yê 16 salî gava heywanên xwe diçêrand, eskeran bera wî da û bi giranî birîndar bû.    * Di 19'ê Tîrmehê de li Khales Arsan (31) ê ji bajarê Makû yê Îranê gava ji gundekî Ebexê derbasî Tirkiyeyê bû, li qereqola ser sînor hatibû binçavkirin û eskeran lê xistibû.    * Di 29'ê Tîrmehê de li gundê Derişk ê Elbaxê eskeran li sê şivanan; Zahir Teker, Harûn Akkaya û Lokman Koç, xistibûn.    Di 4'ê Tebaxê de eskeran li Gundê Çîlîyê bavê 6 zarokan Îbrahîm Baykara yê 46 salî kuşt.