Êrîşa li dijî avahiya HDP’ê hat şermezarkirin 2020-08-10 16:22:50 STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê êrîşa bikevir a li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bakirkoyê şermezar kir.    Rêxistana  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, êrîşa bi kevir a li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bakirkoyê, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li avahiya partiyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê wê dewam bike” hat vekirin û di dest pê kê daxuyaniyê de dirûşmeyên “HDP hêviye, hevî li ser piyaye” û “HDP gele, gel li vê dereye” hatin berzkirin. Gelek endamên partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê Navçeya Bakirkoyê Ferdî Yamar, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Êrîşa bi kevir a li dijî avahiya  partiya me, di saetên serê sibê de rû da. Ev êrîş ne tenê li dijî partiya me ye, li dijî hemû hêzên demokratîkxwazin.”   HEVSEROKAN BERTEK NÎŞAN DAN    Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî, anî ziman ku divê ev êrîş bi awayekê hêsan neyê dest girtin û em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.   Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Elîf Bûlût jî, bertek nîşanî êrîşê da û wiha got: “Emê li dijî van êrîşan derkevin. Divê em li hemberî van êrîşan li yek bin. Em ji bo her  kesî têdikoşin. Tişta îro li dijî me hat kirin, dibe ku sibe li dijî beşek din pêk were. Divê em li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Desthilatdariya faşîst hêza xwe ji bêdengiyê digire. Lê emê tu carî dengê xwe kêm nekin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   Daxuyanî piştî axaftinan bi lêxistina çepikan, berzkirina tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.