Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin 2020-08-07 10:19:45   DERSÎM - Nokerên avê ji bo dîtina Gulistan Doku, dîsa li Bendava Uzun Çayirê di bin avê de dest bi lêgerînê kirin.    Nokerên avê, ji bo dîtina xwendekara Zanîngeha Munzur ya Dersîmê Gulistan Doku ku 216 rojin winda ye, di bin ava Bendava Uzun Çayirê de dest bi lêgerînê kirin. Yekîneyên rizgarkirinê di 6'ê Tirmehê de dawî li xebatê anîbûn. Yekîneyên nokerên avê îro dîsa dest bi lêgerînê kirin. Valakirina ava Bendava Uzun Çayir ku 16 rojin didome hat rawestandin. piştî kurahiya avê daxistin 16 metreyeyan, nokerên avê dîsa dest bi lêgerînê kirin. 68 personel, li qada nêzî 3 kilometre di bin avê de lêgerîna xwe didomînin.