Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef 2020-08-06 12:29:34   AMED – Li Amedê piştî Gulistan Can li malê hat kuştin, hin ajansên nûçeyan HDP kirin hedef. Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen ku ji peyvirê hat girtin, bertek nîşanî zimanê nûçeyan da.    Di 4'ê tebaxê de li Navçeya Yenîşehîr a Amedê Gulistan Can li mala xwe kuştî hat dîtin. Can ku nexweşa sarayê bû li serşokê mirî hat dîtin. Hat zanîn ku dema Can du roj berê li serşokê serê xwe şuştiye jiyana xwe ji dest daye. Can dema li Şaredariya Peyasê di Yekîneya Mala Jiyana Bê Astengî de kar dikir, ji ber bi hevalê xwe yê xebatê re pirsgirêk jiya di 22'ê Cotmeha 2019’an de ji kar hatibû derxistin. Hin ajansên nûçeyan, têkildarî Can nûçe weşandin û HDP kirin hedef. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, 3 meh şûnde Can, dîsa xistin kar. Can nêzî 10 mehin bi Qeyûm re li Şaredariya Peyasê kar dikir. Piştî Can li malê mirî hat dîtin hin ajansên nûçeyan HDP kirin hedef û sernavê "Piştî Şaredariya HDP'ê Can ji kar derxist, Gulistan Can li malê mirî hat dîtin"    Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen, bertek nîşanî nûçeyan da û anî ziman ku tu eleqeya Can û HDP'ê bi hev tune ye. Kesen, anî ziman ku Gulistan Can nêzî 10 mehin di Şaredariya Peyasê de kar dike wiha got: "Em ê têkildarî mijarê lêkolîn bikin û di saetên pêş de dê daxuyaniyek berfireh bidin.