Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin 2020-08-06 11:40:40 AMED – Rayedarên Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê, bi hinceta ku bandora neyînî lê bike derman nedan kalê 77 salî A.Y. ku testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket û jê re gotin ku dema rewşa te pir xedar bibe li 112’an bigere.     Kalê 77 salî A.Y. ku li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê dijî, bi gumana vîrûsa koronayê rakirin Nexweşxaneya Faqulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Li nexweşxayê rojek piştre ji A.Y. re hat ragihandin ku testa wî pozîtîf derket. Rayedarên nexweşxaneyê ji A.Y. re gotin ku dê wî bi dermanan tedawî bikin. Lê rojek piştre Rayedarên Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê, lê geriyan û jê re gotin ku ji ber temenê wî mezin û nexweşiya wî ya tansiyonê dermanên ku bidinê dê li ser bandoreke neyînî bikin û ji ber vê yekê wî bi dermanan tedawî nekin.    DERMAN NEDANE   A.Y. niha bi hevjîna xwe ya 68 salî û kurê xwe yê 30 salî re li heman malê dijî. Kurê wî Y.R., diyar kir ku ji jiyana bavê xwe bi guman e û daxwaz kir ku tedawiya wî bê destpêkirin. Y.R., da zanîn ku duh rayedarên Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê li wan geriyane û gotine ku dê bi dermanan tedawiya bavê wî nekin. R.Y. axaftina di navbera xwe û rayedaran de wiha ragihand: “Min pirs kir ku wê bi dermanan tedawiya bavê min neyê kirin? Ji min re gotin ku nexweşiyên dil û tansiyonê yên bavê min hene û dermanên ku bidinê dibe bandoreke neyînî lê bikin û ki ber vê yekê dê bi dermanan bavê min tedawî nekin. Lê xwestin ku dema rewşa bavê min xedar bibe li 112’an bigerim. Niha ez, dayik û bavê xwe bi tenê ne. Ez û dayika xwe jî di qarantînayê de ne.”