Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna 2020-08-06 10:52:11 AMED – Li navçeya Liceyê di 28'ê Tîrmehê de agir bi daristanê ket û gundiyan bi derfet û hevkariya hev piştî mudaxileya 5 rojan agirê bi daristanê kitibû vemirandin. Gundî Recep Bayram, anî ziman ku ew li dervê gund bû û piştî bihîst agir nêzi gund bûye bi lez hat gund. Bayram, destnîşan kir ku 5 deqîqeyan dereng mabûya dê hemû sewalên wî di hundir de şewitîbûna.    Di 28'ê Tîrmehê de li çoltara Gundên Derxust, Sisê, Cinezur, Henyat û Cimarê yên Navçeya Liceyê agir bi daristanê ket. Agirê bi daristanê ket 5 rojan berdewam kir û gundiyan bi derfetên xwe agir vemirandin. Tu kes bi alîkarî û hawariya gundiyan neçû û gundiyan bi derfetên xwe agirê daristanê û zeviyan vemirandin. Her çend gundiyan alîkarî ji Îtfaiye û Midûriyeta Daristan û Bajar xwestin jî tenê 2 maşîne alîkarî şand û tenê mudaxileyî çend nokteyên diyar kirin. Di şewata 5 rojan a daristanê de bi sedan hektar qada daristanê tev şewitî. Dahl û rez, bax û bostan şewitîn. Bi hezaran sewal û zindî şewitîn. Agirê daristanê heta sînorê gundan belav bû û welatiyan bi zorê xwe ji şewata agir xelas kir. Welatiyên Gundê Sîsê ku zerara wan zêde ye diyar kirin ku debara xwe bi çandinî û çotkariyê dikin û gelek dar û berê wan şewitîn.    18 DARÊN GWÎZÊ Û 56 DARÊN HINARAN ŞEWITÎN     Şeniya Gundê Sîsê ya 73 salî Emine Akdemir, anî ziman ku 5 rojan agir bi daristanê ket û tu kes nehatin alîkarî û hawara wan. Akdemîr, diyar kir ku gundiyan bi hevkarî û derfetên xwe agirê daristanê şewitandin û wiha got: "Agir heta gund hat. Gund di nava agir de mabû. Birayê min û zarokên wî em ji agir xelas kirin. Agirê heta ber malê hat, av lê kirin û vemirandin. Me bang li rayedaran kir, lê tu kes nehatin alîkariya me. Di şewata gund de 18 darên gwîzê, 56 darên hinaran şewitîn. Meterê şîr ê 100 litre şewitî. Ji ber şewatê me gelek zerar dît. Lê kes bi bawara me nehat. Em dixwazin heqê zerara me bidin me.    5 DEQÎQEYAN DERENG ÇÛBAMA DÊ SEWAL ŞEWITÎBÛNA    Şêniyê Gundê Sîsê Recep Bayram jî anî ziman ku ew debara xwe bi sewalkariyê dike û wiha got: "Dema agir bi daristanê ket ez ne li gund bûm. Min bihîst ku agir gihiştiye gund û ez bi lez hatim. Ez gihiştim gund, agir ketibû nava gund. Gund dişewitî. Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min di hundir de şewitîbûna. Min 150 dewar ji agir xelas kir. Hemû gundiyan alîkariya hev kir û agir vemirandin. Darê me û zeviyên me şewitîn. Gundiyan tevan alîkariya hev kirin û seferber bûn. Yekîneyên şaredariyê dereng hatin cihê şewatê. Me agahî da rayedarên îtfaiyê û şaredariyê. Lê tenê maşîneyek îtfaiyê şandin. Me sewalên xwe xelas kir, lê hemû darên me şewitîn."    Welatî Ramazan Bulut ê 53 salî jî anî ziman ku tenê maşîneyek agirkujê şandin û wiha got: "Me aliyek vedimirand, aliyê din dişewitî. Hemû dahl û rezê me şewitî. Em hemû gundî seferber bûn, lê me dîsa darê xwe xelas nekirin. Me zerarek mezin dît.    Rojnamegerên ku ji bo nûçeyê çûn Licê, di vegerê de li Karazê li nokteya kontrolê ya eskeran hatin rawastandin û piştî lêgerîna GBT'ê li ser rojnamegeran lêgerîn kirin û berdan.