Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn 2020-08-06 09:03:19 ÊLIH - Li Sêrtê çawîşê pispor M.O. tecawizî Î.E.'yê kiribû û piştî tecawizê jî Î.E. hewl dabû întihar bike. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Jiyan Haberê Îdrîs Yayla jî nûçeya wê çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê der barê Yayla de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li Sêrtê çawîşê pispor M.O., tecawizî Î.E.'yê kiribû. Piştî tecawizê Î.E.'yê jî di 16'ê Tîrmehê de hewl dabû întihar bike. Lê belê ji ber ku rojnameya herêmî ya heftane ya Êlihê Jiyan Haberê nûçeya der barê bûyera navbirî de weşandibû, der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Jiyan Haberê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Yayla, anî ziman ku bi vî awayî tê xwestin ku pêşî li ber rastiyan bê girtin û got: "Jineke ciwan hewl daye dawî li jiyana xwe bîne. Û diviya ev bê bihata bihîstin. Divê tiştên werê bên nivîsandin ku bêcezatî çênebe. A girîng ew e ku jina ciwan bi ser xwe ve hatiye. Peywira me rojnamevana jî ew e ku em pêşî bi awayekî zelal û aşkere raya giştî agahdar bikin. Divê bên nivîsandin ku careke din tiştên werê êşbar neqewimin. Ji bo îfadeyê gazî me kirin, me îfadeyaa xwe da. Ev ne girîng e. Lê belê çima tecawizkar li derve ye, ma divê ev neyê pirsîn?"   MA / Metîn Yoksû