Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be 2020-08-06 09:02:58   STENBOL - Bijîşkan bibîr xist ku ji ber fikarên aborî der barê şewbê de baş tevdîr nehataine girtin û gotin, wê bedêla vê yekê giran be.    Piştî pêvajoya "asayîbûnê" ya der barê şewba Covîd-19'ê de rewş xirabtir dibe. Endamê Desteya Zanistê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Prof. Dr. Zekî Kiliçaslan û Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Pinar Saîp, rewşa heyî nirxandin.    HEJMARA PÊKETIYAN PIR ZÊDE YE    Kiliçaslan, anî ziman ku agahiyên têkûz bi dest wan nakevin, lê belê ji daxuyaniyên dawî yên walîtiyan û ji daneyên ku hin tenduristkar ji nexweşxaneyan radihîni n kifş e ku hejmara pêketiyan di ser yên wezaretê re ne. Kiliçaslan, anî ziman ku liv û tevgera demn dawî hejmara pêketiyan zêde kiriye û got, ji daneyên Wezareta Tenduristiyê jî diyar e ku şewb dewam dike.   Kiliçaslan, destnîşan kir ku piştî tevdîr hatine rakirin liv û tevgereke zêde çêbûye û wekî mînak jî vekirina Ayasofyayê, çûnhatina deverên betalaneyê da. Kiliçaslan, got: "Meqamên fermî daxuyanî dan ku hejmar kêm bûye û bi vê yekê re bîrbiriya 'ev îş temam e' hat afirandin. Bi vê re bikaranîna maskeyan kêm bû, bikaranîna hin madeyên bitehsîr kêm bû. Di çûnhatinên giştî de jî êdî mirov xweşikî ber devê xwe nagirin."    SÎNORDARKIRINA TESTAN    Kiliçaslan, destnîşan kir ku sînordarkirina testan, di tespîtkirina pêketiyan de bûye cihê zor ûz ehmetiyê û got: "Jixwe jid estpêkê ve hejmara etstan kêm bû. Bi taybetî jî piştî sînordarkirina hejara testan hejmara pêketiyan zêde bû."    RÊJEYA NEXWEŞÊN GIRAN JI SEDÎ 10 E    Kiliçaslan, anî ziman ku hem li gor daneyên tên ber destên wan hem jî li gor daneyên wezaretê, hejmara nexweşên giran pir zêde bûye û got: "Berê gava test baş dihatin kirin rêjeya nexweşên giran li dor ji sedî yek an jî yek û nîvê bû. Lê aniha li dor ji sedî 10'a ye. Diviyabû ne werê bûna. Sedema vê jî kêmkirina testa ye."    Her wiha Kiliçaslan destnîşan kir ku ji bo mirovên zanyar kairibin polîtîkayek pêş ve bixin divê karibin xwe bigihînin her cure daneyan û got: "L ê heger hûn van daneyan daneynin holê, wê desteyên zanistê jî nikaribin baş û arst bişixulin. Heger daneyên rast tunebin, hûn ê nikaribin polîtîkayekê pêş ve bibin. Loma divê daneyên rast hebin û li holê bin."    ‘DIBE KU BEDÊLA WÊ GIRAN BE'    Kiliçaslan, anî ziman ku şewb bi awayekî xetere dom dike û nediyar e wê heya kengî dewam bike û got: "Tirkiye niha ji ber hin sedemên aborî nikare hin tevdîran bigre. Lê belê di pêş de dibe ku zirareke mezin re rû bi rû bimîne."    SAÎP: TESTAN HEJMARA PÊKETIYAN ZÊDE KIR    Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp jî anî ziman ku li ber destê wan ji bo asta dawî ya şewbê dane tunene, lê belê li gor daneyên ji qadê tên ber destê wan kifş e ku hejmara pêketiyan zêde dibe. Saîp, da zanîn ku hem hejmara nexweşên li beşên awarte zêde bûye hem jî Midûriyetên tenduristiyê jî ji nexweşxaneyan re nivîs şandiye ku li gor rêjeya diyarkirî nivîn ji nexweşên giran re bên veqetandin.    Saîp, bibîr xist ku hem hejmara nexweşên li beşa awarte hem jî hejmara kesên li nexweşxaneyan dimînin zêde bûye û got, Midûriyetên Tenduristiyê nivîs ji nexweşxaneyan re şandiye ku li gor rêjeya diyarkirî nivînan ji nexweşan re veqetînin. Saîp, destnîşan kir ku kêmbûna testan bûye sedema zêdebûna pêketiyan.    Saîp got: "Yek, ji ber ku test pir nayên kirin em tam nizanin bê ka hejmar çi ye. Dudo, di vê nexweşînê de test tim û tim pozîtîf dernayê. Hin kes hene testên wan negatîf in, lê belê semptomê wan ên Covîd-19'ê ne. Ev di îstatîstîkan de tunene. Helbet şoapndina van kesan jî biproblem e. Her wiha dev ji aşkerekirina hejmara nexweşên di beşa awarte de û nexweşên entube berdan. Wezaret niha tenê pêketiyên giran û ên bizatûr aşker dike. Helbet ev dane hinekî sûbjektîf in."    'DIVÊ BI HEV RE BÊ BIRÊVEBIRIN'    Saîp, anî ziman ku divê ev pêvajo tevî odeyên bijîşkan, sendîkayan û komeleyên pispor bê birêvebirin û got: "Her wiha divê desteyeke zanistê ya tam diyarkirî hebe. Her wha divê ev deste xwedî berpirsiyar be. Demildest divê ji aliyê mirovên bi vê yekê re elqedar dibin û yekîtiyên îşeyan enstîtuyek an jî desteyek şêwirmendiyê bê avakirin. Desteya zanistê ya niha tenê şêwirmendiyê dike. Ew bixwe jî tam nizanin bê ka hejmar çi ye. Loma demildest divê desteyeke xwedî sifeteke fermî bê avakirin û ev deste daxuyaniayn bide û li gor wê tevdîr bên girtin."    MA / Îdrîs Sayilgan