Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin 2020-08-06 09:02:29   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku di dema şewbê de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û got: "Tê xwestin ku xespkirina mafan bikin tiştekî mayinde."    Di pêvajoya şewba vîrûsa Covîd-19'ê de li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenblê Gulseren Yolerî, diyar kir ku di 3 mehên dawî de gelek kesan serî li wan daye û got, li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde bûye.    Yolerî, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên tên kirin gelek jê mafê jiyanê yê girtiyan eleqeda dike. Yolerî, diyar kir ku yek ji van pirsgirêkan jî meseleya xwarinê ye û got: "Jixwe baş xwarin nedidan girtiyan. Lê bi şewbê re ev mesele girantir bûye. Di dema şewbê te piranî zexîreyên hazir didin wan. Ev jî ji bo pêketina şewbê xetereyeke mezin e."    AMÛRÊN PAQIJIYÊ    Yolerî, bilêv kir ku li girtîgehan yek ji pêdiviyên sereke jî amûrên paqijiyê ne û got: "Em dizanin li girtîgehan amûrên paqijiyê baş andin girtiyan. Wexta girtî dixwazin bi pereyên xwe van amûran bikirin bi hinceta 'sînordarkirinê' nadin wan. Her wiha ji serlêdanên tên kirin jî diyar e ku dezenfektan û maskeyan jî nadin wan."    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Yolerî, destnîşan kir ku li girtîgehan yek ji pirsgirêka sereke jî rewşa girtiyên nexweş e û got, di dema şewbê de hejmara girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin jî zêde bûye. Yolerî got: "Girtiyên jiyana xwe ji dest didin ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest didin an ji ber nexweşînên din? Ev pirs li benda bersivê ye. Der barê Covîd-19'ê de dibêjin tenê bandorê li nexweşînên pişikê dike. Halbûkî li gorî daxuyaniyên pisporan bandorê li ser nexweşên xwînwerivîna mêjî û nexweşînên dilî bi wan re heye jî dike. Loma di dema şewbê de mirinên li girtîgehan divê di çarçoveya Covîd-19'ê de bên nirxandin."    TECRÎD    Yolerî, bibîr xist ku ji roja ku şewb dest pê kiriye li girtîgehan hevdîtinên girtî û vekirî tevde hatine sînordarkirin û got, mafê wergirtina nameyên tên şandin, rojname û kovaran jî hatiye astengkirin. Yolerî, destnîşan kir ku ev yek jî tecrîda li ser girtiyan girantir dike. Her wiha Yolerî, bilêv kir ku hevdîtina parêzeran û girtiyan tê qeydkirin û bi vî awayî nepeniya hevdîtina parêzer û muwekîl ji holê hatiye rakirin.    Yolerî, destnîşan kir ku ev pêkanînên di dema şewbê de pêk tên xespkirina mafan e û got: "Wezareta Dadê, daxuyand ku wê hevdîtinên girtî du mehan carekê bên kirin û di dema van hevdîtinan de jî tenê xizmên pir nêzîk wê karibin biçin hevdîtinê. Di asasê xwe de ev jî xespkirina mafan e. Ji serî heya niha dixwazin van xespkirinan veguherînin tiştekî mayinde. Yanî nîşaneyên vê yekê hene. Her wiha tespîtên me yê di vî warî de jî hene k tê xwestin pêvajoya pandemiyê veguherînin firsendekê û bi vî awayî xespkirina mafan rewa bikin."   Yolerî got: "Pvajoya niha pêvajoyeke tecrîd hîn bêtir tê girankirin û tê xwestin, vê pêvajoyê mayind ebikin."    MA / Erdogan Alayûmat