ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-06 09:00:15   * Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku di dema şewbê de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û got, tê xwestin ku xespkirina mafan bikin tiştekî mayinde.    * Qedexeya çalakiyan a li Wanê 1355 roj in didome. Nûnerên partiyên siyasî û komeleyan qedexeya heyî nirxandin û gotin, bi vê qedexeya ku ji bo AKP'iyan nederbasdar e, armanc tepisandina muxalifan e.    * Bijîşkan bibîr xist ku ji ber fikarên aborî der barê şewbê de baş tevdîr nehataine girtin û gotin, wê bedêla vê yekê giran be.    *  Li Sêrtê çawîşê pispor M.O. tecawizî Î.E.'yê kiribû û piştî tecawizê jî Î.E. hewl dabû întihar bike. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Jiyan Haberê Îdrîs Yayla jî nûçeya wê çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê der barê Yayla de lêpirsîn hat destpêkirin.    * Rêvebera Odeya Tabîban a Enqereyê Dr. Gulgun Kiran, bal kişand ser zêdebûna şewba vîrûsê û got: "Li Enqereyê di unîteyên venêrtina zêde de cih nemaye."    * Sendikaya Kar Turîzm a Şoreşger dê têkildarî çalakiya greva li pêş Tesisên Ciakî ya Vîşnelîk a ODTU daxuyaniyê bidin. (09.00)    * Înîsiyatifa Ji Parastinê re Azadî de ji bo Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)