Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin 2020-08-05 14:41:41 RIHA - Jinên TJA’yî, li Rihayê Komkujiya Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo faîlên komkujiyê bên cezakirin, bang li baroyan,  rêxistinên jinan û rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî Êzidiyan a di 3’yê Tebaxa 2014’an pêk hat de daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Navçeya Wêranşarê hat lidarxistin û êzidiyên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.     Polîsan berî daxuyaniyê avahiya navçeyê dorpêç kirin û nasnameya jinên hatin avahiyê di GBT’ê re derbas kirin. Gelek jinên li avahiya navçeyê kom bûn, laçik dan serê xwe û li ber avahiyê daxuyanî dan çapemeniyê.    Aktîvîsta TJA’yê Çigdem Karageçîlî, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Jin û zarokên Êzidî bi awayekê pergalî rasatî tecawizên DAIŞ’iyan hatin, di bazarên koleyan de hatin firotin, hatin îşkence kirin û tundî li wan hat kirin. Mîtîtarîzma ku ji pergala desthilatdariya zilam pêk tê, li ser bedena jin û zarokan, dixwaze hişmendiya xwe ya zilamê serdest ava bike.”    BERPIRSIYARTIYÊ BIGIRIN   Karageçîlî, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Em weke jinên TJA’yî, heya ku 3’yê Tebaxê bibe ‘Roja Çalakiya Navneteweyî Ya Li Dijî Tevkujî û Komkujiya Jinan’ li qadan têkoşîna xwe dewam bikin. Divê jinên Êzidî ji civakan neyin tecrîdkirin û dawî li komkujiya çandî bên anîn. Pêwîste ku hemû bersûc derkevin pêşberî dadgehek serbixwe ya navneteweyî û bên cezakirin. Divê Ewropa êdî dest ji polîtîkayên xwe yên windakirina şopên Komkujiya Jinên Êzidî û Şengalê berde. Lazime ku di vî warî de rêxistinên jina, rêxistinên hiqûqî û baro berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”    Jin piştî daxuyaniyê de, ketin avahiya navçeyê û sînevîzyona têkilarî Komkujiya Şengalê temaşe kirin.