Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin 2020-08-05 14:36:57   MÊRDÎN - Malbata Rojnameger Gulîstan Aksoy, cenazeyê keça xwe ya li Elmanyayê tedawî dibû û jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê defin kirin.    Rojnameger Gûlistan Aksoy a li Girê Spî yê Rojava di sala 2015'an de maşîna DAIŞ’ê pêde teqiya û birîndar bû, demek dirêj e li Elmanyayê tedawî dît. Gulistan Aksoy, çend roj berê li Almanya jiyana xwe ji dest da. Malbata Aksoy, cenazeyê keça xwe wergirt û li Mêrdînê defin kirin. Malbatê piştî vecîbeyên olî, cenazeyê Aksoy li gundê Baqistanê yê girêdahiya navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi tevlîbûna malbat û hevalên wê hat  definkirin.