Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin 2020-08-05 14:11:13   AMED – Hevseroka Şaxa Hejmara 2 ya Egîtîm Sena Amedê Zûhal Sezer, ragihand ku li Amedê, ji bo arestekirina xwendekaran a dibistanên îmam hatîbê, walîtî û 38 rêxistinên sivîl ên îslamî hevdîtinek veşarî kirine û bang li Wezareta Perwerdeya Neteweyî kir ku pêşî li vê hewldanê bigire.   Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egitîm Sen) yên Amedê, derbarê polîtîkayên zêdekirina dibistanên îmam hatîbê û arestekirina xwendekaran a van dibistanan de li Şaxa Hejmara 2 ya Egîtîm Sena Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Şaxa Hejmara 2 ya Egîtîm Sena Amedê Zûhal Sezer, di civînê de axivî û diyar kir ku desthilat li şûna çareserkirina pirsgirêkên di perwerdeyê de bi olîkirina peywerdeyê re mijûl dibe.     WALÎTIYÊ CIVÎNÊN VEŞARÎ ORGANÎZE KIRIYE   Hevserok Sezer, da zanîn ku girêdayî polîtîkya olîkirina perwerdeyê ya desthilatê, li Amedê hin rêxistinên sivîl û sendîkayan civînên veşarî li dar xistine û wiha got: “Mînaka vê yekê ya herî dawî civîna ku di 28’ê tîrmehê de bi pêşengiya walîtiyê, li Mala Mamosteyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi beşdariya 38 rêxistinên sivîl ên îslamî, Egîtîm Bîr Sen, midurên navçe û bajaran ên perwerdeya neteweyî hatiye lidarxistine. Heke ev ne veşarî be çima tenê hinek beş hatine vexwendin.”   QEYDKIRINA ÎMAN HATIBAN TÊ FERZKIRIN   Sezer, pirs kir ku çima sazî û rêxistinên ku tevlî civîna bi pêşengiya walîtiyê hatiye lidarxistin bûne li ser hesabên xwe yên fermî parve nekirine û ev pirs jî kirin: “Çima li şûna nîqaşkirina pirsgirêkên perwerdeyê yên li bajar, qeydkirina mecbûrî ya dibistanên îmam hatîb weke ferman hatiye ragihandin? Heke armanca vê civînê çareserkirina pirsgirêkên perwerdeyê be çima Egîtîm Sen û sendîkayên din û parên din ên perwerdeyê ji bo civînê nehatine vexwendin?”    ‘BILA ZAROK BIÇIN DIBISTANA KU DIXWAZIN’   Sezer, bi bîr xist ku li Amedê ji 508 hezar xwendekarî 38 jê xwendkarên dibistanên îmam hatîban e û ev tişt anî ziman: “Li gel hemû hewldanên arestekirinê li Amedê gel ji van dibistanan bawer nabe. Qe ne di mijara perwerdeyê de vî gele rehet berdin û derfet biafirînin ku em zarokên xwe bişînin dibistanên ku dixwazin biçinê. Heke dixwazin ji perwerdeyê re xizmetê bikin bila 38 rêxistinên sivîl li Amedê dibistanên taybet ên îmam hatîbê vekin.”   BANGA LI WEZARETÊ   Sezer, di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Perwerdeya Neteweyî kir ku li gorî berpirsyariya xwe tevbigere û pêşî li hewldanên arestekirina dibistanên îmam hatîbê bigire.