Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin 2020-08-05 13:47:24   AMED -  Xebatên lêgerîna Mîraç Çîçek ê 4 salî ku 6 roj berê li Taxa Kelekçî ya Pîrana Amedê winda bû, dewam dikin.   Mîraç Çîçek ê 4 salî yê di şeva 31'ê Tîrmehê de li Taxa Kelekçî ya Pîrana Amedê winda bû, hêj nehatiye dîtin. Piştî Mîraç Çîçek winda bû, yekineyên AFAD, UMKE, welatiyên taxê û nokerên avê dest bi lêgerînê kirin. Xebatên lêgerîna Mîraç di  roja 6’emîn de jî dewam kir.    Li aliyê din, hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê hat destpêkirin de, îfadeyên şahidên berî ku Mîraç winda bibe li taxê dîtine, hatin girtin.