Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin 2020-08-05 11:57:35 AMED - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, têkildarî belavbûna şewba vîrûsa corona (Covît-19 pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne. Guzel, destnîşan kir ku roja li Amedê 8 kes bi vîrûsa corona mirin li tevahiya Tirkiye 17 kes mirin û sedema vê yekê pirsî.    Şewba vîrûsa corona (Covid-19), li herêmê belav dibe. Her rojê bi sedan kesên nû bi şewba vîrûsê dikevin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, têkildarî belavbûna şewba vîrûsa corona (Covît-19 pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne. Guzel, bibîr xist ku roja li Amedê 8 kes bi vîrûsa corona mirin li tevahiya Tirkiye 17 kes mirine. Guzel, anî ziman ku li herêmê bi qasî tê xwestin test nayên kirin û baweriya gel a li hemberî daxuyaniyên Wezîr kêm dibe.    'LI AMEDÊ ROJÊ 300 KES BI ŞEWBA COVÎT-19 DIKEVIN'     Guzel, da zanîn ku li aliyekî hêjmara nexweşan zêde dibe, lê li aliyê din testan kêm dikin û wiha got: "Li Riha, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Erzirom, Rize, Çanakkale, Zonguldakê hêjmara kesên bi şewbê dikevin pir zêde dibin. Li van bajaran ji ber ku cih li unîteyên venêrtina zêde tune ye, nexweşên testa wan pozîtîf derdikevin jî dişînin mala wan. Rêxistinên li qada tenduristiyê xizmetê dikin, li dijî daxuyaniya wezîr diyar dikin ku li Amedê rojê 300 kes bi şewbê dikevin. Li Rihayê rojê 350 kes testên wan posîtîf derkevin. Li Amedê roja ku 8 kesan bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da, Wezîr aşkere kir ku li Tirkiyeyê 17 kes mirine. Ev jî nîşan dide ku daneyên heyî baweriyê nade.    Guzel ji bo Wezîr Koca bibersivîne ev pirs pirsîn:    “* Li Tirkiyeyê ji roja şewb belav bû heta niha li gorî bajaran rêjeya testan çawa hatiye parvekirin?    * Li Tirkiyeyê ji roja şewba vîrûsê dest pê kiriye heta niha li bajaran li unîteyên venêrtina zêde rêjeya hêjmara nexweşan û nexweşên jiyana xwe ji dest daye çine?    * Roja tenê li Amedê 8 kes bi vîrûsê mirin wezîr aşkere kir ku li tevahiya Tirkiyeyê 17 kes kirine. hinceta vê daxuyaaniyê çiye?    * Li Riha, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Erzirom, Rize, Çanakkale, Zonguldakê hêjmara kesên bi şewbê dikevin pir zêde dibin. Agahiya we ji vê yekê heye ? Têkildarî vê rewşê hûnê du daxuyaniyê bidin cemaweriyê?"