CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne 2020-08-05 11:28:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Pêşîlêgirtina Îşcenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê, encama ziyareta girtîgehan a 2019'an hêj nû aşkere kir. CPT di raporê de diyar kir ku astengiyên li pêşiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nayên qebûlkirin.   Li gorî nûçeya AFP'ê, CPT di rapora xwe de ya têkildarî serdaneke 2019'an, aşkere kir ku bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kiriye. CPT'ê di raporê de diyar kir ku di sîstema girtîgehê de ji serdaneke sala 2016'an û pê ve tu "başbûn" tune ye. CPT, da zanîn ku Ocalan û sê girtiyên din hîn jî hefteyê tenê şeş saetan dikarin li hev bicivin û ji xeynî vê yekê dema kombûna li hev a du kesan, hefteyê tenê sê saetan e. Wekî din hîn jî qedexe ye ku rojane karibin li hewşê li hev bicivin.   HEFTEYÊ 159 SAETAN DI TECRÎDÊ DE NE   CPT di raporê de wiha got: "Girtî hemû, piranî tecrîdkirî ne. Ev tecrîd ji 168 saetên hefteyê bi 159 saetan dewam dike. Di salên dawî serdanên Ocalan ên bi malbatê re hema bêjin qet nikarin bên kirin. Daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019'an ve tê redkirin."    CPT, anî ziman ku têkildarî girtiyan divê hevsengiyek navbera mercên ewlekariyê û mafên mirovan ên bingehîn de bê afirandin û bang kir ku "sîstemeke mayinde" bê avakirin ku tê de serdanên malbatan û parêzeran hebe. CPT destnîşan kir ku pergala girtinê ya li Îmraliyê li girtiyan tê ferzkirin divê bi temamî bê guhertin.