Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin 2020-08-05 09:01:30   STENBOL – Koma Hevra ku li dijî asîmlasiyonê hatiye avakirin, hest û besta wê dengbêjin.    Koma Hevra ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê hatiye avakirin, bi xebatên xwe yên hunerî û çandî li dijî asîmlasiyonê li ber xwe dide. Ciwanên ku bi kursên erbaneyên hatin cem hev û kom ava kirin, dû re dest bi strandinê kirin. Heya niha du berhem afirandina; "Jin Jiyan Azadî" û "Sirûda Ciwanan. Endamên komê ragihandin ku bi xebatên xwe li dijî asîmlasiyonê û dejenerekirina çandê li ber xwe didin û gotin, niha gelek tişt daxilî nav repertûara xwe kirine.    Gîtarîstê komê Yûsûf Keleş, diyar kir ku hevra berhema xebateke komunî ye û goti, bi xebatên xwe yên hunerî hewl didin li dijî asîmlekirina ciwanan û dejenerekirina çandê li ber xwe bidin. Keleş, anî ziman ku ewilî berhemên klasîk ên muzîka kurdî îcra kirine û bi dû re dest bi çêkirina berhemên xwe kirine.    Keleş, diyar kir ku di dema pandemiyê de xebatên wan bi derengî ketine, lê belê her cara keys dîtine ew endamên komê li ser platformên medyaya civakiyî li hev kom bûne û got, "Sirûda Ciwanan" jî piştî nirxandina li se rvan platforman derketiye holê.    Keleş, destnîşan kir ku mirov ancax bi çanda xwe dikare li ser piya bisekine û bang li ciwanan kir ku daxilî nav xebatên çandî bibin.    BANGA JI BO JIYANEKE EHLAQÎ Û POLÎTÎK    Endamê komê Baran Sumbul jî anî ziman ku Koma Hevra hunera xwe ji bo civakê îcra dike û got, jiyan bi hunerê dest pê kiriye û wê bi hunerê jî bidome. Sumbul, bilêv kir ku piştî jiyan û huner gihaştin hev, dû re tevî çandê vediguherin tiştekî civakiyî û ew û heqîqetê yanî azadiyê dibin yekpare. Sumbul, destnîşan kir ku ev têgih tevî watedar dibin û got, di xebata xwe ya "Sirûda Ciwanan" de hewl dane vê diyalektê bidin der. Sumbul, anî ziman ku hewl didin girêdayî Meclîsên Ciwanan hunera xwe îcra bikin û îdealên civakê bidin der. Sumbul got: "Ev bera me, civakê dawetî jiyaneke ehlaqî û polîtîk dike. Bi vî awayî bi perspektîfa Meclîsên Ciwanan tevna rêxistinbûyînê ya civakiyî pêk tê û rol û rista ciwanan derdikeve holê."    ‘JIN JIYAN AZADÎ’    Solîsta komê Hêvîdar Yiles jî bal kişand ser êrîşên li ser jinana û got, xebata wan a bi navê "Jin Jiyan Azadî" ku di 8'ê Adarê de gotine, qîrîna jinê ye. Yiles got: "Li seranserê cîhanê li ser jinan êrîş hene. Em awayê taybet ê van êrîşan li Kurdistanê dibînin. Me jî xwest bi xebata xwe ya ji bo 8'ê Adarê bibin bersiva van êrîşan. Gava mirov lê dinêre, a rast her soz qîrîneke jinê ye. Li dijî bêçaretiya li jinê tê ferzkirin serîrakirinek e. Mesela dibêje 'ez ne bêçare me.' Her wiha bi gotina 'Jin, Jiyanî Azadî me' em çareyê di azadî û jiyanê de dibînin. Me xwest em bi azadiya jinê diyalekta azadiya civakê bidin der."    ‘HEST Û BESTA WAN DENGBÊJ IN'    Solîstê komê Gençay Morkoç jî bal kişand ser girîngiya dengbêjan û got, hest û besta wan dengbêj in. Morkoç, diyar kir ku ji ber vê yekê hema bibêje di hemû xebatên xwe de awayê dengbêjiyê didin der. Morkoç got, ji bo parastina vê mîrateyê ew ê di xebatên xwe yê nû de cih bidin dengbêjiyê.    BANGAWAZΠ   Gulbahar Herdem jî anî ziman ku piştî tevli kursên erbaneyê bûye daxilî nav komê bûye û bang li jinên ciwan kir ku daxilî nav xebatan bibin.    MA / Nacî Kaya