ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-05 09:00:20   * Nûnerên partiyên siyasî yên piştgiriya danezana “101 Porspî” ya ji bo tifaqa demokrasiyê kirin, diyar kirin ku pratîkeke li gor bangawaziyê divê û hin pêşniyar dan ber îmzevanan.    * Piştî li navçeya Qisleyê peykerê hunermend Hasret Gultekîn hat çêkirin, nîqaşên ji bo rakirina peyker destpêkirin. Hevseroka Giştî ya DAD'ê Saîme Topçû, nîqaşên der barê rakirina peyker de nirxandin û got, ji ber parastina cihwarên xwezayî çêkirina peyker ne bi rizaya wan e.   * Di rojên dawî de li herêma çiyayê Cudî, Gabar û Bestayê agir daristanê ket û gelek daristan şewitî. Têkildarî şewata daristanê parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku sedema şewata daristanê polîtîkayên AKP'ê yên ewlehiyê ne.   * Cuma Tek ê astengdar û nexweş e, li gel nexweşiyên giran li Girtîgeha Tipa F a Wanê girtî ye û nayê dermankirin. Ji ber nexweşiyên wî û şewba vîrûsa corona jiyana Tek di rîskê de ye.    * Koma Hevra ku li dijî asîmlasiyonê hatiye avakirin, hest û besta wê dengbêjin.    * Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Wanê rapora têkildarî keştiya di 27'ê Hezîranê de noqî avê bû amade kiriye dê aşkere bike. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, dê têkildarî kuştina esker Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Alîaga ya Îzmirê kuştî hat dîtin li komeleya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA, dê têkildarî 6'emîn salvegera komkujiya Şengalê li Navçeya Wêranşar a Rihayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * MATUHAY-DER û TAYAD, dê têkildarî çalakiya Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal li pêş Nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)