Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin 2020-08-05 08:38:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Di teqîna Paytextê Lubnanê Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin û herî kêm 5 hezar û 250 kes jî birîndar bûn. Konseya Parastina Bilind li Beyrûdê 2 hefteya rewşa Awarte (OHAL) îlan kir    Di êvara 04'ê Tebaxê de li Paytextê Lubnanê Beyrûdê teqînek pir mezin rû da. Dîmenê teqînê ku hatin parvekirin, bi dehan kîlometre ji dûr ve hat dîtin. Hat diyar kirin ku nêzî 2 hezar û 750 ton amonyum nitratın teqîya ye. Di teqînê de herî kêm 100 kes mirin û herî kêm 5 hezar û 250 kes jî birîndar bûn. Konseya Parastina Bilind li Beyrûdê 2 hefteya rewşa Awarte (OHAL) îlan kir