Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe! 2020-08-04 13:13:10 SÊRT – TRT Haberê, projeya bîstan a Hevşaredarên Sêrtê yên ji peywirê hatin girtin xistibûn meriyetê, kir malê qeyûmê tayînî şaredariyê hatibû kirin.    Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Sêrtê Bêrîvan Helen Işik û Peymandara Tûrhan, berî qeyûm bê dayînkirin, 20 donim erdê aîdê şaredariyê yê li Taxa Kooperatîfê ya li bajêr, kiribûn bîstan û cûreyên cuda yên sebzeyan tê de çandibûn.     Rêveberiya HDP’ê ya Şaredariyê, ragihandibû ku ew ê berhemên çandine, bêpere li welatiyan belav bikin.  Lê berî ku berhem bigihêjin, hevşaredarên Sêrtê di 15’ê Gulanê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînê cihê wan hatibû kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin jî, ekîbên şaredariyê xebatên xwe yên bistan dewam kirin.   QEYÛM HAT, NÛÇE ÇÊKIRIN   TRT Haberê, projeya bîstan a Hevşaredarên HDP’ê kir malê qeyûm û diyar kir ku ev projeye bîstan, yek ji projiyên qeyûme. Di nûçeya TRT Haber a darbarê bîstanê de, wiha hat gotin: “Di 20 donim erdê beyar ê Şaredariya Sêrtê de, bexçeyê sebzeyan ava kir.” Lê di heman demê de nehat diyar kirin ku ev baxçe çi demê hatiye çandin.        HEVŞAREDARAN BERTEK NÎŞAN DAN   Hevşaredarên Sêrtê Berîvan Helen Işik û Peymandara Tûrhan ên ji peywirê hatibûn girtin, li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşanî vê rewşê dan. Tûrhan, di parvekirina xwe de wiha got: “Ew sebze Şaredariya HDP’ê çandine. Lê nûçe weke ku qeyûmê şaredariyê ew sebze çandine hatiye amadekirin. Şerme, bi rastî jî pir şerme.  Bi rastî jî, tu gotinekê ku ez ji bo we bikim tuneye.”    Hevşaredar Işik jî, di parvekirina kir de wiha bertek nîşan da: “Ev projeya çandiniyê me di 22.04.2020’an pêk anî. Weke ku nû be û wan kiribe kirine nûçe di TV’î de parvekirin. Dizitî, dizitiya keda me û xespkirin encex evqas be!”