Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt 2020-08-04 12:35:45 WAN – Li navçeya Ebexê di encama gulebarana leşkeran de kesekî jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Çillî yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê leşkeran kesên bazirganiya sînor dikin guleberan kir. Di encama gulebarana leşkeran de Îbrahîm Baykara (46) ê bavê 6 zarokan ku bazirganiya sînor dike jiyana xwe ji dest da. Leşkeran bi saetan nehişt malbat biçe cenazeyê xwe werbigire. Pişt re cenazeyê Baykara ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.   Malbatê piştî otopsiyê cenaze wergirt û dê bibe li gund veşêre.