Endamê Meclîsa CHP'ê Sari: Kurd ji bo Tirkiyeyê şansek mezin e 2020-08-04 10:54:10   ENQERE – Endamê Meclîsa Navendî ya CHP'ê Muslim Sari, bal kişand ser hebûna Kurdan a di nava Komarê de û got: "Fikra Komara bêyî Kurd têr nake. Tirkiye bi Kurdan dikare mezin bibe. Ji ber vê yekê divê em xwe ji fikra perçekirinê xelas bikin. Kurt ji bo Tirkiye şensek mezin e."    Partiya Gel a Cumhuriyetê (CHP) di 25 -26'ê Tîrmehê de 37’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Giştî pêk anî. CHP'ê kongre bi dirûşmeya “Armanc Îktidar e, Em ê Komarê bi Demokrasî tacîdar bikin" pêk anî. Di kongreyê de fikrên li ser pirsgirêka Kurd û çareseriyên ji bo çareseriyê derketin holê. Têkildarî hilbijartina CHP'ê û nêzîkatiya CHP'ê ya dijî nasnameya gelê Kurd Endamê Meclîsa Giştî yê CHP'ê Muslim Sari nirxandin kir.    Endamê Meclîsa CHP'ê Sari, anî ziman ku di 30 salên dawî de kongreya herî bi berhem pêk anîn û got: "Ev kongre li ser serkeftina rêveberiyên herêmî pêk hat. Li Tirkiye û cîhanê geşedanên nû yên siyasî pêş dikevin. Em dixwazin deriyekî nû li partiya Cumhuriyetê vekin û ji nûve ava bikin. Em dixwazin hemû nakokiyên tekakesî, civakî û siyasî di bin kevanê Cumhuriyetê de li hev kom bikin. Em dixwazin nakokiyên di nava Kurd û Tirkan, sunî û elewiyan, Jin û Mêr, kedkar û sermayeyê modela hilberînê û derdorê de çareser bikin. Ne tenê Destûra Bingehîn em dixwazin bingehek ku her kes karibe lê bijî ava bikin."    Sari, têkildarî banga nûkirina Komarê nirxandin kir û wiha axivî: "Tişta em qala wê dikin ne tenê 'Pergala parlamenteriyê' ye. Ev tenê aliyekî wê ye. Ez qala konsensusek mezin dikim. Wekî sedsal berê dîsa konsensusek mezin. Çûna AKP'ê ne tenê çûna partiyek siyasî ye. Çûyîna AKP’ê çûna hiş û hişmendiyekê ye. Karê îslama siyasî êdî qediya. Divê êdî komar ne tenê aydî CHP’ê be. Lazim e di nava vî kevanê komarê de hemû reng û nasname xwe bibînin. Divê em kevanekî mezin ava bikin. Em qala ji nûve avakirina Komarek nû dikin."      Sari, da zanîn ku ji bo komara nû bê ava kirin kar û barê herî mezin li ser CHP'ê dikeve û xwest HDP û ÎYÎ Partî jî rola xwe bilîzin û wiha berdewam kir: "Em ê hemû bi hevre navva kevanê Komarê tijî bikin. Ez nabêjin bila tenê CHP hundirê vê kevanê tijî bike. Em dixwazin her kes tev li vê pêvajoyê bibe û hundirê vî kevanî tijî bike. Lê divê CHP pêşengiya vê yekê bike."     KOMARA BÊYÎ KURD KÊM E    Sari, bal kişand ser hebûna Kurdan a di nava Komarê de û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiyeyê fikra komereke bêyî Kurd kêm e. Komara ku elewî li gorî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn cihê xwe negikirin, fikrek kêm e. Dîsa fikra ku li ser esasê têkiliya wekhev a karker û sermayeyê tune be kêm e. Fikra ku rola jinê ya civakî ne wxurt be fikrek kêm e. Fikra derdor û ekolojî tune be kêm e. Fikra komara bêyî Kurd, ekolojî, jin, kedkar, elewî, fikrek kêm e."    '40 SALIN LI HERÊMÊ ŞER HEYE'    Sari, da zanin ku îro vînek pir xurt ku gelê Tirkiyeyê bi hevre bijî heye û wiha pêde çû: "Li herêmek Tirkiyeyê 40 salin şerek heye û didome. Li gel vî şerî dîsa şerekî navxweyî yê Tirkiyeyê tune ye. Li Tirkiyeyê di şer de 40 hezar mirov hatin kuştin. Êşek mezin heye. Ev êş nabe sedema şerê kolanê. Divê berî her tiştî em xwe ji fikra 'Dê Welat perçe bikin' rizgar bikin. Tu kesên ku dixwazin welat perçe bikin tune ye. Tu kes naxwaze dest ji Stenbol û Enqereyê berde. Modeya Cumhuriyeta nû Kurd rêya sêyemîn in. Divê em xwe ji vê çemberê rizgar bikin. Tirkiye tenê dikare bi Kurdan mezin bibe. Tu carî Tirkiye bi Kurdan biçûk nabe. Kurd ji bo Tirkiyeyê şansek mezin e. Divê em komarê ji nûve ava bikin. Avakirina Komarê ji bo Kurdan jî rêya sêyemîn e. Ev bingeh heye."    'CIHÊ ÇEK LÊ BI AXIVIN TEŞTEK NAYÊ AXAFTIN'    Sari, anî ziman ku cihê çek lê biteqin û şer hebe tiştek nayê axaftin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Divê teqez aştî hebe. Divê em rûnên û li ser aştiyê bi axivin. Hilbijêrên CHP'ê dizanin ku bajarên Mezin ên rojava bi dengê HDP'ê hatine Stendin. Di nava bingeha HDP û CHP'ê de nêzîkbûnek heye. Bingeh ji bo nêzî hev bibe amade ye. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî aştî û demokrasî pêş bikeve. Divê siyaset rê li pêş vê yekê veke.    MA / Berîvan Altan - Dîren Yurtsever