Li Basayê 3 kesên din jî hatin berdan: Gundî nikarin biçin zeviyên xwe 2020-08-03 12:59:12 ŞIRNEX – Li gundê Bana yê navçeya Basayê, 3 kesên ku gotinên wan hatin girtin, hatin berdan. Li gel ku dorpêç rabûye jî gundî nikarin biçin nav zeviyên xwe.   Li gundê Bana yê navçeya Basayê ya Şirnexê, piştî bombebaranê pevçûn derketibû û gund hatibû dorpêçkirin. Piştî dorpêçê 4 kesên ku gotinên wan hatibûn girtin, hatibûn berdan, lê yek jê şivan 2 jê cotkar 3 kes ji bo ku serî li gotinên bê dayîn ji bo qereqolê hatibûn vexwendin. Hat hînbûn ku ji her sê kesan jî pirsên mîna “We li çem çi dikir?” , “Kî alîkariya vana dike?” hatibû pirsîn. Piştî girtina gotinen wan her sê kes jî hatin berdan.    COTKAR NIKARIN BIÇIN NAV ZEVIYÊN XWE   Piştî bombebaran ku li herêmê hat kirin û pevçûna ku derket, gelek cotkarên ku çandiniya birinc û firîngiyan dikin, li gel rakirina dorpêçê jî nikarin biçin nav zeviyên xwe. Hat diyarkirin ku kesên rewşa çandiya xwe meraq dikin û diçin nav zeviyên xwe, ji bo gotin girtinên tên vexwendin û ji ber vê yekê gelek kes newirin biçin nav zeviyên xwe.    Li aliyê din hat hînbûn ku piştî pevçûna ku derketiye cenazeyên ku tê angaştkirin ên HPG’iyan in rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.