Girtiyê hat sewqkirin: Di rê de ne av ne jî xwarinê dan 2020-08-02 13:08:37   RIHA – Girtî Kasim Karataş ku bi 7 girtiyan re ji Girtîgeha Rihayê hat sewqkirin, diyar kir ku di rê de ne avê ne derman ne jî xwarinê dane wan.    Di 14’ê tîrmehê de girtî Kasim Karataş, Zubeyîr Paksoy, Ferhat Çîftçî, Mehmet Çelîk, Mehmet Tahîr Ozcan, Orhan Orak, Zana Mazak û Emrûllah Orûç, ji Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê seqî Girtîgeha Bolû û Tekîrdagê hatin kirin. Kasim Karataş ku bi 3 hevalên xwe sewqî Girtîgeha Tîpa Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Tekîrdagê hat kirin, diyar kir ku di rêwîtiya wan a 2 rojan de ne avê ne derman ne jî xwarinê dane wan.     ‘BELKÎ HÛN DI RÊ DE BIMIRIN’   Kasim Karataş, piştî qarantînaya 14 rojan, roja înê li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Gulistan Karataş, axaftina ku bi bavê xwe re kiribû wiha ragihand: “Bavê min got ku di rêwîtiya wan 2 rojan de pêwistiyên wan ên bingehîn ên mirovî nebersivandine. Xwarin, av, dermanan ku divê bikar bînin nedane wan û pêwistiya wan a daşir nebersivandine. Bavê min got ku bi nêzikbûna “belkî hûn di rê de bimirin” nêzî wan bûne.”   NEXWEŞIYÊN WÎ ZÊDE BÛN   Gulistan Karataş, da zanîn ku bavê wê di sala 2016’an de emeliyeta dil bûye û dilê bavê wê ji sedî 30 dixebite û ev tişt got: “Bavê min got ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ku dê sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Rihayê bibin lê wan sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê ku 200 kîlometre dûr kirine. Li gel vîrûsê jî bavê min û hevalên wî 2 rojan di rê de birine. Bi vê rêwîtiyê re nexweşiyên bavê min zêdetir bûne. Ev sirgûn rêbaza cezakirina malbatê ye jî. Em ê li cem xizmên xwe bin û wan qet bi tenê nehêlin. Em ê timik biçin hevdîtinên wan û bibin dengê wan.”