Li Artûklû wesayîtek teqla avêt: 2 kes birîndar bûn 2020-08-02 12:12:54   MÊRDÎN – Li navçeya Artûklûyê di encama teqla avêtina wesayîtekê de 2 kes birîndar bûn.   Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, wesayîta bi pîleqeya 47 AC 082 ku ji aliyê Hatîp Kûrgay ve dihat ajotin, teqla avêt û qezaya trafîqê pêk hat. Di encama qezayê de ajokar Kûrgay û kesekî li cem wî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyeke li bajar. Ji ber qezayê qesareke mezin gihîşt wesayîtê.