Lêgerîna ji bo ditina zarokê winda didome 2020-08-02 12:00:12   AMED - Li taxa Kelekçî ya Pîranê zarokê 4 salî Mîraç Çiçek ku winda bû hêj nehatiye dîtin. Ji bo dîtina Çîçek lêgerîn didome.    Li Taxa Kelekçî ya Pîrana Amedê duh êvarî zarokê 4 salî Mîraç Çîçek winda bû. Piştî malbatê zarokê xwe nedît agahî dan Esker, AFAD, UMKE û nokerên avê. Yekîneyên ku dih dest bi lêgerînê kirin heta niha Çîçek nedîtine. Dayika Mîraç Çîçek Firdevs Çiçek, anî ziman ku hêj kurê xwe nedîtiye û nûçeyên têkildarî dîtina kurê wê ne rast in. Dayik Fîrdevs xwest heta kure wê bê dîtin lêgerîn bidome.