Çelebî: Peymana Lîbyayê ji bo dem qezenckirinê ye 2020-08-02 10:04:26   STENBOL – Rojnamevan Mehmet Alî Çelebî diyar kir ku Lîbya di nexşeya jeostratejîk a Tirkiyê de cihek girîng digire, hem li qadê şer dike û hem jî dixwaze li ser masê kar birêve bibe û peymana di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de li Enqereyê hat îmzekirin ji bo dem qezenckirinê ye.   Rojnamevan Mehmet Alî Çelebî geşedanên têkildarî Lîbyayê ji ajansa me re nirxand. Çelebî diyar kir ku Lîbya di nexşeya jeostratejîk a Tirkiyê de cihek girîng digire û got: “Tirkiye li qada Lîbyayê bi tifaqa ku hêzên Rûsya jî têde cih digirin re şer dike. Li aliyekî jî Tirkiyê dixwaze li ser maseyê bi Rûsyayê kar û bar birêve dibe. Li qadê goştê serê hev dixwin. Lê li ser maseyê b iken lîstika ji ha ji te re û ka bide min dileyîzin. Di daxuyaniyên nivîskî û devkî de jî bêyî ku nav bidin hev bi desteka ji bo terorîzmê û bi zordariyê sûcdar dikin.”   ‘ŞER NAYÊ RAWESTANDIN’   Çelekî destnîşan kir ku peymana 4 xalên di 21-22’ê tîrmehê de li Enqereyê di navbera Tirkiye û Rûsya de hat îmzekirin ji bo qezenckirina demê ye û got: “Bi vê peymanê ango lihevkirinê wê şer neyê rawestandin.” Çelebî da zanîn ku bandora geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin li ser hev bandorê dikin û şerê li Idlibê û Lîbyayê ji diqewimin ji hev ne cuda ne û tesîrê li ser hev dikin û bi hev girêdayî ne. Çelebî anî ziman ku li Lîbyayê sînor ji nû ve tên xêzkirin û êdî ne mimkin e Lîbyayek yekpare hebe û ew xeyalî ye.   ‘LI IDLIBÊ BERÊ GRÛBAN WÊ BIKEVE HEV’   Çelebî bal kişand ser geşedanên li Idlibê jî û got: “Li Idlibê her ku grûbên cîhadîst qadê winda bikin wê sîng bi sîng bikevin ber hev. Wê berê wan bikeve hev. Îran a li hundir tengav bûye êdî li Idlibê ‘dirêjkirina lîstikê’ ya Rûsyayê naxwaze. Divê meriv viya jî bêje di algoritmaya Sûriyê de Idlib krîtîk e lê êdî ne bajarê ku bigihîje çareseriyê ye.”   MA / Ferhat Çelîk