Jinên Wanî: Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe 2020-08-02 09:03:46   WAN - Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Jinên Wanî bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî dan û gotin: "Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tenê di yek hucreyê de tê girtin, 21 salin di tecrîdê de ye. Jinên Wanî bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan û girtiyên din ên siyasî dan û xwestin tecrîd bi dawî bibe. Jinan xwestin hevdîtin bên kirin û tecrîd bi dawî bibe. Jin dixwazim demek berî demekê malbat û parêzer bi rêk û pêk biçin Îmraliyê û hevdîtin bên kirin.    ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ BIBIN YEK'   Ji jinên Wanî Fehime Peyam, xwest Ocalan azad bibe û wiha got: "Ji ber polîtîkayên tecrîrê aramiya me tune ye. Astengiyên li pêş Ocalan û tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqê ye. Ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe zarokên me li girtîgehan ketin greva birçîbûnê Zarokên me li girtîgehan ji bo tecrîd bi dawî bibe gelekî li ber xwe dan. Em dayik ji ber tecrîd didome û zarokên me dikevin grevê diêşin. Aramıya me tune ye. Divê êdî Kurd bibin yek û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Eger Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe."    'OCALAN JI BO GELAN TÊDIKOŞE   Ji jinên Wanî Xemê Peyam, jî anî ziman ku Ocalan ji bo gelê Kurd pir girîng e û xwest tecrîdkirina li Îmraliyê bi dawî bibe. Peyam, anî ziman ku li gel tecrîdkirina Ocalan gelê Kurd dîsa têkoşîna xwe ya li Rojhilata Navîn berdewam dike û wiha got: "Divê gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan têbikoşe. Divê gelê Kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan bibin yek û têkoşîna yekîtiyê bidin. Ocalan bi fikr û ramanê xwe bandor li ser hemû cîhanê kir. Eger firk û ramanên Ocalan belav bibin û bijîn dê ev bibe serkeftina gelê Kurd. Jin bi xêra Ocalan bûn xwedi rol û vîn. Eger bi Ocalan re hevdîtin bê kirin peyamên Ocalan dê bibin wesîleya çareseriyê. Lê yên çareseriyê naxwazin, destûr nadin hevditinê. Li şûna hevdîtinê tecrîdê tercih dikin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes li dijî tecrîdê têbikoşe."    ‘JI BO AŞTIYA CIVAKÎ FIRSEND E'    Hafsat Abî jî destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de gelê Kurd tecrîd dikin û wiha got: "Hevdîtinên bi Ocalan re ji bo aştiya civakî firsendek gelek mezin e. Eger hevdîtin bi Ocalan re çê bibe û Ocalan azad bibe dê aştî, aramî û demokrasî bê ser vê axê. Bi xêra Ocalan Kurd bûn xwedî destkeftî. Bû sedem ku Kurd bibin xwedî rol, mîsyon û vîn. Em bi fikrên Ocalan fêrî têkoşînê bûn. Ji ber vê yekê devê tecrîd bi dawî bibe."