Ciwanan ji bo 'têkoşîneke pev re' bang kir 2020-08-02 09:03:08   EDENE - Li Edeneym, ciwanan diyar kir ku wê di çarçoveya "bi hev re tev bigere" wê hin çalakiyan li dar bixin û ji bo xurtkirina kampanyayaê bang li ciwanan kirin.    Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, di 22'yê Tîrmehê de bi navê "bi hev re tev bigere" kampanyayek da destpêkirin û wê kampanya heya 1'ê Îlonê dewam bike. Wê Meclîsa Ciwanan a Edeneyê jî di çarçoveya kampanyayê de hin çalakiyan li dar bixe. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Ferhat Sezgîn, anî ziman ku wê bi ciwanan re li hev kom bibin û vê kampanyayê bi rê ve bibin.    DÊ CIWAN LI QADAN BIN    Sezgîn, desstnîşan kir ku ew li herêma Çûkûrovayê li dijî polîtîkayên qirêj ên li hemberî ciwanan li qadan bin û got,, armanca wan ew e ku xwe bigihînin tevahiya ciwanan. Sezgîn, anî ziman ku wê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin û got: "Her wiha di çarçoveya kampanyayê de em ê hin çalakiyan li dar bixin. Em ê li gor şert û mercên pandemiyê tev bigerin û li gelek tax û navçeyan şahiyan li dar bixin."    ROLA CIWANAN    Sezgîn, bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên ciwanan û got: "Ciwan bi polîtîkayên fuhûş, asîmlasiyon û ferzkirina sîxurtiyê re rû bi rû ne. Bi taybetî jî li dijî ciwanên jin poltîkayên qirêj hene. ME li dijî van polîtîkayên qirêj kampanyaya 'bi hev re tev bigere' da destpêkirin. Armanca me em bi feraseta rêxistinbûyînê li hev kom bibin. Em ê ji bo pirsgirêka betaliyê ya ciwanan jî dakevin qadan û bi hev re çareyan peyda bikin. Em bawer dikin ku wê ciwan di qada siyasetê de jî li dijî faşîzmê bibin muxalefetel xurt. Em ê hewl bidin ku ciwan di nav siyaseta demokratîk de cih bigirin. Ciwan, bêyî ku li benda tiştekî bisekinin divê li dijî faşîzmê rola pêşengtiyê bigirin ser xwe."    TECRÎD   Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Aygun Ozdeş jî diyar kir ku îqtidar herî zêde li ser ciwanan poltîkayên xwe pêk tîne û ji bo pûçkirina van polîtîkayan bal kişand ser bilindkirina têkoşînê. Ozdeş, li dijî taciz, tecawiz, talankirina ekolojiyê, betalî û tecrîdê bang li ciwanan kir ku daxilî nav têkoşînê bibin û got: "Ciwan, divê ji bo fikriyata Birêz Ocaşan pêk bê li dijî tecrîdê rabe. Ji bo vê jî em bang li ciwanan dikin ku di nav Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê de xwe birêxistin bikin."