Li Pîranê zarokê 4 salî winda bû 2020-08-01 15:22:01   AMED - Li navçeya Pîranê zarokê 4 salî Mîraç Çîçek ê duh winda bû, lêgerîna wî dewam dike.    Li gundê Kelekçî yê navçeya Pîran a Amedê, zarokê 4 salî Mîraç Çîçek, duh dema li ber deriyê malê di lîst winda bû. Malbatê li ser vê yekê dest bi lêgerîna Mîraç Çîçek kir. Lê Çîçek nehat dîtin. Dûre malbatê agahî da ekîbên AFAD, UMKE û Ewlekariyê. Xebata lêgerînê ya ekîban a ku duh bi şev dest pê kir li ser Çemê Dîcle û di araziye de dewam dike.