72 baroyan piştgirî da Serokê Baroya Hatayê 2020-08-01 14:23:06     EDENE - 72 baroyên Tirkiyeyê binçavkirina Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi Donmez re anîn ziman. 72 baroyan xwest berpirsiyar bêne darizandin.    Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez ji ber nasnameya xwe nîşanî polîsan neda, polîsan ew bi zorê binçavkirin. Piştî çend saetan di bin çavan de ma, serbest berdan. 72 baroyên Tirkiyeyê binçavkirina Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi Donmez re anîn ziman. 72 baroyan xwest berpirsiyar bêne darizandin. Baroyan anîn ziman ku li dijî zagon, sinc û rûmeta mirov Donmez binçav kirine û wiha gotin: "Divê der barê polîsên ku li dijî hiqûqê nasnameya Donmez pirsîne û ew bi zorê binçavkirine lêpirsîn bê destpêkirin. Baroyan anîn ziman ku der barê wan polîsan de gilî kirine. Baroyan anîn ziman ku ji bo polîs li kolan, mal, cafe û di rêde karibe nasnameyan bipirse divê sedemên zagonî hebin û wiha got: "Divê polîs bawer bibin ku şikdarê maqûl e. Ji xeynî vê yekê polîs divê nasnameya welatiyan nepirse.    Midûrê Polîsan ê Hatayê ji Donmez re dibêjin 'Ma te nasname nîşan bidaya dê çi bûbûya'. Daxuyaniya Midûrê Polîsan îbret e. Li şûna lêborîna xwe bixwaze, piştgiriyê dide polîsê ku dibêje 'Em dewlet in' Li vir polîs Destûra Bingehîn û qanûnan binpê dike. Divê der barê polîs de lêpirsîn bê destpêkirin."    Baroyên îmze avêtin bin daxuyaniyê wiha ne: "Edene, Semsûr, Afyonkarahisar, Agirî, Aksaray, Amasya, Enqere, Antalya, Erdexan, Aydın, Artvin, Balıkesir, Bartın, Êlih, Bilecik, Çewlig, Bedlis, Bolu, Burdur, Bursa, Çanakkale, Denizli, Amed, Duzce, Edirne, Erzirom, Eskişehir, Dîlok, Giresun, Baroyên herêma Gumuşhane-Bayburtê, Colemêrg, Isparta, Stenbol, Îzmir, Kahramanmaraş, Karabuk, Qers, Kastamonu, Kayseri, Kirikkale, Kırklareli, Kirşehir, Kilis, Kocaeli, Konya, Kutahya, Meletî, Manisa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Muş, Nevşehir, Nigde, Ordu, Osmaniye, Sakarya, Samsun, Sêrt, Sinop, Sêwas, Riha, Şirnak, Tekirdag, Tokat, Dersim, Trabzon, Uşak, Wan, Yalova, Yozgat Zonguldak."