Seroka DTO Turan: Li nexweşxaneyan cih tune 2020-08-01 13:47:09   AMED - Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan, bal kişand talûkeya şewbê ya beriya ku dibistan vebin û got: "Li nexweşxaneyên herêmê cih nemaye. Tenê dema yek mir an jî yek sax bûh dikare bê dîtin."    Li bajarên herêmê şewba Covît -19 her ku diçe zêde zêde belav dibe. Ji ber hêjmara nexweşên şewbê zêde  dibe êdî cih di nexweşxaneyan de tune. Gelek nexweş diçin nexweşxaneyê, lê ji ber cih tune dîsa paşve vedigerin. Têkildarî rewşa vîrûsê û rewşa herêmê Seroka Odeya Tabîban (DTO) ya Amedê Elif Turan nirxandin kir. Elîf Turan, anî ziman ku hêjmara nexweşên şewba vîrûsa Covid-19 pir zêde bûye û wiha got: "Bi taybetî piştî dibistan vebin dê zêdetir bibe. Hem demsala zekemê hem jî vebûna dibistanan dê ev talûke mezintir bibe. Divê her kes teqez rûpoşên xwe (maske) girê bidin. Divê rûpoş dev û difin bigirin. Divê her kes li paqijiya dest baldar bin. Li malên hêjmar zêde divê rûpoş bidin ber devên  xwe. Raste hewa germ e. Lê divê her kes rûpoşê li ber dev û pozê xwe girê bidin. Li dibistanên dewletê hêjmara polan 50-60 kes in. Ev hêjmar pir zêde ye. Divê hêjmar bê kontrolkirin. Hem vekirina dibistanan hem jî demsala zekemê nêzîk dibe. Ev rîsk û talûkeyê zêdetir dike."     Turan, xwest hem welatî û hem jî rayedar baldar tev bigerin û wiha got: "Şerîf Yildiz bi Covid-19 ket û jiyana xwe ji dest da. Li nexweşxaneyên 5 bajaran geriya. Lê cih nedît. Li nexweşxaneyên herêmê cih nemaye. Tenê dema yek mir an jî yek sax bûh dikare bê dîtin."    Li Amedê rojê 300 kes û li Rihayê rojê 300 - 350 kes bi şewba vîrûsê dikevin.