Dest û piyê zarokê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin 2020-08-01 13:02:49   EDENE - Li navçeya Seyhan a Edeneyê dayik û bavê ji Sûriyeyî dest  û piyê zaroka-ê xwe ya-ê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin. Piştî bûyerê polîsan dayik û bav binçav kirin.    Li Taxa Kavakli ya Navçeya Seyhan a Edeneyê dayik û bavê ji Sûriyeyî, dest  û piyê zaroka-ê xwe ya-ê 5 salî girê dan û bi tundiyê li malê hepis kirin. Dayik û bavên ku destê zarok girêdan û çûn bahrê, li ser qerîna zarok cîran bi hawarê çûn. Cîranê Sûriyeyî ku bi hawara zarok çû, dît ku dest û piyê wê-wî giredayî ye û agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê dayik û bav binçav kirin.