Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 230 hezarî ket 2020-07-31 21:20:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 982 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 17 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 17 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 982 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 230 hezar û 873 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 691.