Zilam ji malekê 4 kes qetilkirin 2020-07-31 14:21:24   SÎWAS - Zilamê 43 salî D.D., ji malbata G.G. a ku daxwaza wî ya zewacê red kir 4 kes qetil kirin.    Li Taxa Yuceyûrt a Sîwasê, zilamê 43 salî D.D. ji malbata G.G. (40) a ku daxwaza wî ya zewacê red kir dayika wê Dondu (61), bavê wê Tûrgût (65) birayê wê Sertan û hevjîna birayê wê Beyza Kandûr bi çekê qetilkirin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku her 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.    DAXWAZA BERGIRIYÊ KIRIBÛ    G.G. a ku daxwaza zewacê ya D.D. red dike, rastî gefên wî tê. G.G. lis er vê yekê duh diçe Amîrtiya Navenda Polîsan a Yanîmahalle, derbarê D.D. gilî dike û daxwaza bergiriyê ji polîsan dike.     D.D. ê piştî bûyerê reviya, li gundê Yakupoglan hat binçavkirin. Bersûcê ku ji pişta xwe birîndarkirî hat dîtin, bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.