Dorpêça li Basa dewam dike 2020-07-31 10:50:41 ŞIRNEX - Piştî şerê duh il gundê Bana yê navçeya Basa rû da, 3 kes hatin binçavkirin û ji bo gund sewqiyeta leşkerî hat kirin. Di heman demê de, di encama şewata piştî şer rû da de, 90 donim ceh bû xelî.    Helîkopteran duh herêma Dereîçî ya gundê Bana ya navçeya Basa ya Şirnexê bombebaran kirin û dûre şer derket. Piştî şerê rû da, gund hat dorpêçkirin û dorpêça gund dewam dike.    3 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî ku gund bi wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin, Fikrî Ozkan, bavê wî Haci Abdullah Ozkan û şevanê gund Haci Savcûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, nehat zanîn ku ka bi ku ve birin. Dîsa duh bi şev di serdegirtina malan de Ferhat Kaya hat binçavkirin û di saetên serê sibê de serbest hat berdan.    90 DONIM CEH BÛ XWELÎ   Duh di encama şer û bombebaranê de, 90 donım erdê ceh ê gundiyan şewitî û bû xwelî. Şewata ku kesekê mudaxile nekir, ji ber xwe ve vemirî. Di heman demê de, ava gundiyan duh hatibû birîn û hîna jî birîna avê dewam dike.    Hat diyar kirin ku piştî şer leşker sewqî gund hatine kirin û li herêmê dest bi operayonê kirin.