Tîmtîk û Unsal rakirin nexweşxaneyê 2020-07-30 18:28:36       STENBOL - Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di roja mirinê de, rakirin nexweşxaneyê.    Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de, rakirin nexweşxaneyê. Parêzerên ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Sîlîvriyê, îdareya girtîgehê ji wan re gotiye, Unsal û Tîmtîk rakirine nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku Unsal û Tîmtîkê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Sadik Konûk a Bakirkoyê û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sûltan Suleyman a li Halkaliyê. Der barê tenduristya Unsal û Tîmtîkê de tu agahî nehatin parvekirin.