Piştî şer, eskeran bi wesayîtên zirxî gund dorpêç kirin 2020-07-30 18:21:19     ŞIRNEX - Piştî şer û pevçûna li bejahiya gundê Bana yê navçeya Basanê, eskeran bi wesayîtên zirxî gund dorpêç kir.    Piştî bejahiya gundê Bana yê navçeya Basan a Şirnexê bi helîkopteran hat bombekirin, şer dest pê kir. Bi destpêkirina şer re gelek esker bi helîkopteran hatin li derdora gund daketin û wesayîtên zirxî gund dorpêç kirin. Esker nahêlin gund ji malên xwe derkevin û her wiha li qeraxa Çemê Dîcleyê jî wesayît hatine bicihkirin û têketin-derketina gund tê kontrolkirin.    Piştî şer şebekeya telefonan jî qut bû û ji dora gund dûman bilind dibe.