'Dadgehê fermana mirina Tîmtîk û Unsal îmze kir’ 2020-07-30 16:54:55 STENBOL-  Hempişeyên parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ligel rapora ATK’ê ya “Ne guncawe ku di girtîgehê de bimînin” jî nehatin berdan, daxuyanî da û gotin: “Dadgehê fermana mirina Tîmtîk û Unsal îmze kir.”    Koordînasyona Azadiya Parastinê, ne berdana parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de, şermezar kir. Çalakiya şermezarkirinê li ber edliyê hat lidarxistin. Parêzer Çîgdem Akbûlût di daxuyaniyê de dest pê kê axivî.    ‘DARIZANDINEK ADÎLANE DIXWAZIN’    Prz. Akbûlût, bal kişan ser rapora ATK’ê ya “Ne guncawe ku di girtîgehê de bimînin” a ji bo Tîmtîk û Unsal hat dayîn û wiha got: “Ev rapor, raporeke ku rast dibêjeye. Di rewşa heyî de, êdî Ebrû û Aytaç nikarin di girtîgehê de bimînin. Lê dadgehê derbarê wan de biryara ne berdanê da. Ne pêkane ku em vê biryarê qebûl bikin. Hevalên me jî wê vê biryarê qebûl nekin. Hevalên me dixwazin bi awayekê adîlane bên darizandin. Niha hevalên we Ebrû û Aytaç wê rastî mudaxileya bi zorê bên. Ev işkenceye. Emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Emê destûr nedin îşkenceya mudaxileya bi zorê. Ji bo daxwaza hevalên xwe emê têkoşîna xwe dewam bikin.”   ‘FERHAN HAT DAYÎN’   Prz. Sînan ZÎncîr jî, diyar kir ku dadgehê ne hiqûq, edelat û heqîqet, fermana mirina Tîmtîk û Unsal îmze kir û wiha bertek nîşanî biryara dadgehê da: “Dadgehê bi hinceta ‘gumana revê’ hevalên me bernedan. Bi vê biryara dadgehê wê bi zorê mudaxileyî hevalên me bikin. Em rastiya girtîgehan a li vî welatî baş dizanîn. Di heman demê de em vîna şoreşger û parêzerên şoreşger jî baş dizanin. Em ê destûr nedin ku hevalên me bikujin. Em ê berxwedana xwe dewam bikin.”