Serokê Baroya Hatayê Donmez: Divê berpirsiyar ji peywirê bên girtin 2020-07-30 14:50:00 HATAY -  Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez ê nasnameya xwe nîşanî polîsan neda û hat binçavkirin, pirsên weke “Ma em dewleta hiqûqên? Gelo em bûne dewleta polîs?” kirin û xwest berpirsiyar û Midûrê Ewlekariya Bajêr ji peywirê bên girtin.    Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez, ê duh bi şev li navçeya Îskenderûn a Hatayê nexwest nasnameya xwe nîşanî polîsan bide û bi vê hincetê hat binçavkrin û dûre ji qereolê hat berdan, derbarê mijarê de li avahiya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Baroya Antalyayê Polat Alkan, Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, Parlamenterê CHP’ê yê Hatayê Mehmet Guzel Mansûr, endamê Navenda Mafê Parêzeran TBB’ê Şenol Yucesoy û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan Donmez.    Donmez, di daxuyaniya da de,  diyar kir ku wî derbarê polîsê ew binçav kir de, gilî kiriye.    'BÛYEREK XETERNAK E’   Donmez, bal kişan ser bûyera duh bi şev jiya û wiha axivî: “Polîsan nasnameya min ji min xwestin. Lê min dest pê kê sedema pirsîna nasnameyê ji wan kir. Ji ber ku hincet ji min re negotin min jî nexwest nasnameya xwe nîşanî wan bikim. Li ser vê yekê bi zorê ez binçav kirim. Heya ku ez birim qereqolê jî min ji wan re got, ez  Serokê Baroya Hatayê me. Dibin çavan de ez rastî tundiya fîzîkî û derûnî hatim. Dûre ez serbest berdam. Bi rastî jî ev rewşek bi xeternake.”       'GELO EM DEWLETA HIQÛQÊ NE YAN JÎ POLÎSANE?’   Dönmez, pirsîn “Gelo em dewleta hiqûqêne? Yanî jî em bûne dewleta polîs?” kirin û wiha gort: “Rayeyên ji bo polîs û nobedaran hatiye dayîn, maf û azadiyên welatiyan sînordar dikin û xesp dikin. Min derbarê polîsan de gilî kir û ez dixwaim bên cezakirin. Ez dixwazim ku lêpirsînek bi bandor derbarê polîsan de bê destpêkirin û bên girtin.”   Dûre serokên baroyan jî axivîn, bertek nîşanî bûyerê dan û ji bo bûyerê jî, pênaseya “faşîzmê” kirin.