Di lojmanên polîsan de mirina bi guman a jinekê 2020-07-30 13:42:11   AMED - Hevjina polîsê li Amedê dixebite M.S., di malbatê de bi awayekê bi guman jiyana xwe ji des da.    Jina bi navê M.S. a 44 salî li lojmanên polîsan a navçeya Yenîşehîr a Amedê, duh di saetên şevê de, bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Hevjîna polîsê li Amedê dixebite M.S. dayika 2 zarokane. Cîranên M.S. ên agahî jê negirtin, li hevjînê wê yê polîs geriyan. Polîsên hatin mala M.S. bi awayekê ji ser hişê xwe çûyî dîtin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer M.S. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî. M.S. ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.    Dûre cenazeyê M.S. rakirin Morga Nexweşxaneya Ewletiyê ya Selahaddîn Eyyûbî.