ATK: Ebru û Aytaç nikarin li girtîgehê bimînin 2020-07-30 12:52:26 STENBOL - Saziya Tipa Edlî ya Stenlolê rapora "Girtina wan a li girtîgehê ne guncav e" da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên ku ji bo mafê xwe yê darizandinê biparêzin ketine rojiya mirinê.    Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê rapor da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên ku ji bo mafê xwe yê darizandinê biparêzin ketine rojiya mirinê û diyar kir ku nikare di girtîgehê de bimînin. ATK'ê  rapora "Girtina wan a li girtîgehê ne guncav e" da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal.    Parêzer Ebrû Tîmtîk 210 roj, Parêzer Aytaç Unsal jî 179 rojin di rojiya mirinê de ne. Di 27'ê Tîrmehê de parêzer Tîmtîk û Unsal sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê kiribûn. ATK'ê rapora der barê Ebru û Aytaç de aşkere kir û got:  "Girtina wan a li girtîgehê ne guncav e"    Platforma Ji Parastinê re Azadî duh û îro gelek daxwazname dabûn heyeta dagehê û xwestibûn Tîmtîk û Unsal bên berdan. Niha li bendê ye ku 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê biryarê bide.