Bi fatûreyên sexte bi milyonan pere hatiye razandin! 2020-07-30 11:22:50 MÊRDÎN – Derket holê ku di lêpirsîna derbarê rêveberiya qeyûmê Şaredariya Mêrdînê de bi fatûreyên sexte kar nekirine û bi milyonan lîre pere hatine razandin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê rêveberiya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman ê waliyê Mêrdînê bû û tayînî navendê hat kirin lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 28’ê tîrmehê de operasyon li dijî van payebilindên şaredariyê pêk hat. Heta niha Serokê Şîrketa Ceryanê DEDAŞ’a Mêrdînê Mehmet Bûlût û serokên daîreyên şaredariyê û karsaz jî di nav de 4 kes ji ber bertîlê û sextekariyê hatine girtin. Tê gotin ev ekîb ji 2016’an ve bertîlê dixwe û karê ne li gorî rêbazê birêve dibin.   Di serdema qeyûm de milyonek û 180 milyon TL şaredariyê ketibû bin deyn û qasaya wê hatibû valakirin. Ajansa me xwe gihand van hûrguliyên lêpirsînê.    TÊ GOTIN 70 KES WERIN BINÇAVKIRIN    Serdozgeriyê xwestiye lêpirsînan bi koman birêve bibe. Li gorî agahiyên têkildarî lêpirsînê ku mufetîşan lêkolîn kiriye bi dehan bêrêbaziyên ku ji raya giştî re nehatine eşkerekirin hatine kirin. Tê gotin dibe ku hejmara gumanbarê vê lêpirsînê bigihîje 70 kesî. Di çarçoveya lêpirsînê de ewilî operasyona li dijî Serokatiya Daîreya Kontrola Hawîrdorê û yên mazotê sitendine hatiye kirin.    POLÎSÊ FIHÛŞÊ FERZ KIRIYE JÎ DI LÊPIRSÎNÊ DE YE    Serdozgeriyê derbarê Serokê DEDAŞ’ê û Serokê Rêveberiya Şîrketa Kent a Şaredariyê Mehmet Bûlût, Serokê Daîreya Rêyên Gundan Sînan Yildirim, Midurê Şîrketa Kent Yûnûs Emre Akça yê xwarziyê qeyûm Mustafa Yaman, polîsê êrişa zayendî li dijî jinan pêk anî Ercan Uysaler ê berê midurê Şîrketa Kentê bû, Seroka Daîreya Kontrol û Parastna Hawîrdorê Fusun Karaboga, karsaz Fîkret Alkiş, Turaç Alkiş, Şeyhmus Alkiş, Mehmet Derviş Duzgoren, Berkehan Aslan, Şeyhmus Demîr û Ahmet Acay biryara binçavkirinê da. Yûnûs Emre Akça li Enqereyê û Mehmet Dervîş Duzgoren jî li Kûşadasiya Aydinê hatin binçavkirin.    Ercan Uysaler ê polîs ku fihûşê li jinên şîrketa Kentê ferz dikir û ku hembajariyê qeyûm Mustafa Yaman e jî hêj nehatiye binçavkirin. Ev polîsê êrişa zayendî li şîrketê pêk anî ji Çorûmê ye û bi cezakirina êrişa zayendî tê darizandin. Gelek kesên derbarê wan de biryara binçvkirinê hene navê wan nehatin bidestxistin.    SEXTEKARIYA DANÛSTANDINA MAZOTÊ    Di qismê ewil ê operasyonê de têkildarî danûstandina sotemeniya şaredariyê sûcdariya zîmmetê hat kirin. li gorî agahiyên ber dest, di raporên mifetîşan de hatine eşkerekirin dema danûstandina sotemeniyê ango mazotê hatiye kirin ne li gorî qanûnan hatiye kirin. Her wiha hat gotin danûstandina mazotê bi fatûreyên sexte çêkirine. Hatiye tespîtkirin ku bêyî ku sotemenî hatibe sitendin wek ku fîrmayan sotemeniyê kirîbe fatûre hatine razandin. Bi vî awayî bi tonan mazot wek ku hatiye sitendin hatiye nîşandan û di lêpirsînê de navê fîrmayên sotemeniyê yek bi yek cih girtin.    GELEK ÎHALEYÊN XEYALΠ   Li gel sextekariya mazotê gelek îhaleyên xeyalî jî hatine kirin û derbarê van îhaleyên xeyalî de jî Tûran Alkiş û birayên xwe yên navê wan di lêpirsîna sextekariyê kirine de hatin binçavkirin.    FATÛREYÊN SEXTE DIRÊJÎ ENQEREYÊ DIBIN    Turîzma Turkuazlar a Mêrdînê ku bi rêya Şîrketa Kent ji şaredariyê wesayîtan kirê kiriye jî di lêpirsînê de cih girt û van jî fatûreyên sexte nîşan dane û fatûre razandin e.    Her wiha derbarê fîrmayên navendên wan li Xarpêt û Enqereyê ne jî tespît kirin û rêyên nehatine çêkirin wek hatine çêkirin nîşan dane û qîra nehatiye rijandin wek hatiye rijandin nîşan dane û ev jî bi fatûreyên xwe derketin holê. Tê gotin van fîrmayan bi milyonan TL pere li ser xwe zîmet kirine.    MA / Ahmet Kanbal